H’emû nûçeSereke

Yekîtîya Avropayê careke mayîn îzbat dike ku ew piştgirîyê didine pirsa lez vekirina korîdora Laçînê: Jozêp Borêl

Wekîlê Yekîtîya Avropayê, yê pirsên karên der û sîyaseta ewlehkarîyê Jozêp Borêl piştî qisa bi têlefonê, ya tevî wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan nivîsara xwe hiştîye.

Ararat Mîrzoyan û Jozêp Borêl krîzeya li Qerebagê gotûbêj kirine.

“Axaftina bi têlefonê, ya girîng ya tevî wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan derheqa halê ermenîyên Qerebaxêda.Yekîtîya Avropayê careke mayîn derheqa piştgirîya xweda îzbat kir, ku korîdora Laçînê gerekê lez bê vekirinê, ku alîkarîya hûmanîtarî   bighîje cî. Gelekî girînge ku paşda vegerine berbi dîyalogê, nava wanda dîyaloga di navbera Bekûyê û ermenîyên Qerebaxêda”,- Borêl nivîsîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button