H’emû nûçeSereke
Guhdarîya navneteweyî li Ermenîstanê dikare alî mîyaserkirina mîsîya hûmanîtarîye bona Qerebaxê bike: Vardan Sargsyan

Wekîlê koma xebatê, yê serkarîkirina krîzeya hûmanîtarîye li Qerebaxê Vardan Sargsyan hêvîdare wekî bi saya wekîlên navneteweyî û usa jî organîzeyên Ermenîstanê dikarin korîdora Laçînê bidine vekirinê û alîkarîya hûmanîtarîye li wir, ya bi cêrga avtomaşîna, bighînine Qerebaxê.
“Zêdebûna hewaskarî û xemgînîyên navneteweyî usa jî li Ermenîstanê tê kifşê, yên ku girêdayîne girtina korîdora Laçînê û dorgirtina Qerebaxêra. Bi fikira min, ev hemû tişt wê alî vekirinra korîdora Laçînê bike, çimkî seredanên baylozxanên welatên der û wekîlên Organîzeya Netewên Yekbûyî mecal dan ku ew bi çevê xwe bibînin û bawar bikin, ku korîdora Laçînê girtîye”,-ewî gotîye.







