H’emû nûçeSereke

Îro mecal heye ku paqijkirinên êtnîkîye li Qerebagê bidine sekinandinê: Êdmon Marûkyan

Baylozê Ermenîstanêyî pirsên mexûs Êdmon Marûkyan difikire  wekî roja  îroyîn mecal heye paqijkirinên êtnîkîye li Qerebagê bidine sekinandinê, mafê 120 000 ermenîya biparêzin ku ew bi qedir welatê xweda bijîn. Derheqa wê yekêda Marûkyan mîkrobloga xweye Twittere da nivîsîye.

Marûkyan daye dîyarkirinê: “Organîzeya Hevkarî û Ewlehkarîya Avropayê 30 salî ser hev cedandinên mezin dane xebatê, ku pirsgirêka Qerebaxê bidine helkirinê, lê 22 ê tîrmehê serokê Adirbêcanê nava xeberdana xweda da dîyarkirinê, wekî mîsîya wîye heta-hetayê ew bû, ku nava şêrda ser bikeve”.

Marûkyan daye dîyarkirinê, wekî niha Ermenîstan rastî encamên şerê sala 2020 î tê, yê ku Adirbêcanê dijî hemû norm û mafê hemcîhanî destpêkir. Feqet îro mecal heye ku paqijkirinên êtnîkîye li Qerebaxê bidine sekinandinê, mafê 120 000 ermenîya biparêzin ku ew bi qedir welatê xweda bijîn.

“Terka dorgirtina korîdora Laçînê bidin”,- ewî nivîsîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button