SerekeSîyasî

Serokwezîr Barzanî bona piştgirîyê razalixî elamî Yekîtîya Avropayê kirîye

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bona piştgirîya hertimî, ya hindava Herêma Kurdistanê razalixî elamî Yekîtîya Avropayê kirîye. Ewî usa jî razalixî elamî mîsîya Yekîtîya Avropayêye li Hewlêrê kirîye bona cedandinên qewînkirina pêwandîyên di navbera Kurdistanê û Yekîtîya Avropayêda.

Serokwezîr ev elametî wextê hevdîtina tevî Vîllê Varjoloyê bayloz kirîye, yê ku serokê mîsîya Avropayêye li Îraqêye.

Çawa bersiva wê yekê bayloz bona hevkarî û koordînasîya di navbera Herêma Kurdistanê û wekîltîya Yekîtîya Avropayêye li Îraqê û li Hewlêrê razîbûna xwe daye dîyarkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button