H’emû nûçeSereke

Sîstêma Tirkîyayêye sîyasî hîpêrmerkezkirîye û meriv nizane wê paşê çawa bibe: Sançês Amor

Tirkîya paşda vedigere ser îdêolojîya kevinar ku tevî cînara pirsgirêk tunebin. Eva sîyaseteke başe. Derheqa wê yekêda raportkirê pirsên Tirkîyayê, yê li parlamênta Avropayê gotîye miqaledarê “Armênprêss” ê.

Ewî gotîye, wekî ew piştgirîyê didine sîyaseta wî cûreyî: heger pirsgirêkên te hene, wî çaxî tu gerekê  bi  mecalên dîplomatî normal rû bi rû bisekinî, hukum nekî û mecalên leşkerî nedî xebatê.

“Girînge ku bi hevra biaxavin, lê ne ku gefa bixun.Em bi vî cûreyî bangî Tirkîyayê dikin, ku paşda vegerine ser sîyaseta der, ya normal û em piştgirîyê didine vê sîyasetê. Bi çiqasîva ev yek rastîye, ez gumanim nînim, çimkî girêdayî Tirkîyayêra tu nikarî bizanibî ku çi dikare biqewime, çimkî hemû tişt nava şevekêda tê guhartinê, çimkî sîstêm ewqasî hîpêrmerkezkirîye, wekî hemû tişt merivekîva û du-sê sivirên palata serokatîyêva girêdayîye, feqet ew sîgnalên ku em van dawîya distînin, yên başin”,- Sançês gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button