H’emû nûçeSereke
Weşana têlêvîzîyona dewleta Adirbêcanêda axa Ermenîstanê bi temamî bi navên azêrîyan tê raberkirinê: wezîreta Ermenîstanêye karên der
Kompanîya têlêvîzîyona Adirbêcanêye dewletê “fîlmeke” 35 deqeyî nîşan daye, kîjanêda bi temamî axa Komara Ermenîstanêye serbest wek axa Adirbêcanê hatîye raberkirinê. Derheqa wê yekêda berdevka wezîreta Ermenîstanêye karên der Anî Badalyanê li ser mîkrobloga xweye Twitter ê da nivîsîye.
“Çawa tê kifşê, Ermenîstan ji ser xerîte “unda dibe”: ev yek hindava dewletên cînar propagandayeke eşkere û gefxwerine.
Herêmên Ermenîstanê, Yêrêvana paytext û gola Sêvanê bi navên azerî xuya dikin. Ev ne cara yekeme. Bi eşaretîyên derew, Adirbêcan her dem civaka xwe dijî ermenîyan dibe. Çawa tiştê qebûlnekirinê ji bo herêmê, ev yek gerekê ji alîyê hemûyada bi temamî bê şermezarkirin û înkarkirin”,- ewê nivîsîye