H’emû nûçeSereke

Serokê Qerebaxê gotîye ku nava qewilên çi cûreyîda guhartina rîya korîdora  Laçînê  qewimîye

Serokê Qerebaxê Arayîk Harûtyûnyan hinek tişt dane zelalkirinê ku tebaxa sala 2022 a guhartina rîya korîdora Laçînê çi cûreyî qewimîye.

Wextê hevpeyvîna tevî têlêvîzîyona Qerebaxê, Arayîk Harûtyûnyan daye dîyarkirinê, wekî bi êtapa ewlin dihate gotûbêjkirinê, ku rê wê kîderêra derbazbe.

“Pêşnîyara Adirbêcanê hebû, usa jî ya Rûsîyayê hebû, lê dawîyê pêşnîyara me hate qebûlkirinê. Meremê vê rêyê ew bûye ku em gundên nêzîkî Bêrdazorê xweykin.Heger em rêyeke başqe qebûlkin, meyê ew gunda undakira. Dêmek wî çaxî pêşnîyara Qerebaxê hate qebûlkirinê û dawîyê ew ji alîyê Ermenîstanê, Rûsîyayê û Adirbêcanêda hate pejirandinê”,- Arayîk Harûtyûnyan gotîye.

Bi axaftina derheqa rîya korîdora Laçînêda, Harûtyûnyan gotîye wekî nama fermandarê aşîtîparêzên rûs cem wî heye, bi kîjanê hatibû dîyarkirinê, ku 5 ê tebaxa sala 2022 a aşîtîparêzên rûs gerekê  bi mecbûrî rîya berê bihiştana û cîguhastî ser rîya nûbûna.

“Pirs nava wî halîda ew bû, ku em emirê welatîyên xwe, yên li Bêrzorê û Axavnoyê xilazkin. Bînin ber çevê xwe wekî 5 ê tebaxê aşîtîparêz cîguhastî dibûn û welatîyên me neparastî diman.Me hîvî kirîye ku dîsa 20 rojî bidin, bona ku ji pirê wêdatir rêyeke başqe hebe. Me bi 20 rojî daye paşdaêxistinê, bona ku welatîyên xwe cîguhastî bikin”,- Harûtyûnyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button