H’emû nûçeSereke

Tabîya Bekûêye wî cûreyî ya hindava korîdora Laçînê bêyî bingeha hiqûqîye: pêşezanê îranî çar menî anîne ber çeva

Pêşezanê îranî, yê pirsên Qafqasîyayê Ahmed Kazimî derheqa ji alîyê Bekûyêda girtina korîdora Laçînê xeberdaye.

Kazimî bîr anîye, wekî eva serê heyşt mehaye ku Adirbêcanê korîdora Laçînê girtîye, ya ku rîya tek-tenêye ku Qerebaxê Ermenîstanêva dide girêdanê.

Bi gotina pêşezan, nava qayîlnivîsara sala 2020 î da derheqa korîdora ku Nexçêvanê Adirbêcanêva bide girêdanê, nehatîye têradîtinê, lê tenê derheqa vekirina rîyada hatîye gotinê û bo wê yekê jî tabîya Bekûêye  himberî korîdora Laçînê bêyî hiqûqîye.

Bi gotina Kazimî  çar meremên Bekûyê hene bona kîjana ewê korîdora Laçînê daye girtinê:

1.Pêwandîyên Qerebaxê û Erenîstanê bidine birînê bi wê armancê ku binelîyên ermenî bi destê zorê yan întêgrasîyakin, yan jî bidine cîşihitandinê.

2. Bi vî cûreyî dixwezin menîya bînin ber çeva ku aşîtîparêz ji Qafqasîyayê derkevin,  bona ku hêzên NATO ê, Tirkîyayê û  “Rêjîma sîyonîstî” amadebin.

3.Nava hevraxeberdanada qewilên neqanûnî  stûyê Ermenîstanêva bialînin.

4. Şoya propagandayê teşkîlkin, bona ku “Korîdora NATO ê ye Tûranê”, yan jî “Korîdora Zangêzûrê” bidine xebatê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button