SerekeSîyasî

Serokê partîya Kurdistanêye Dêmokratîk û baylozê Brîtanîyayê pêwandîyên di navbera Hewlêrê û Bexdayêda gotûbêj kirine

Serokê Partîya Kurdistanêye Dêmokratîk Mesûd Barzanî baylozê Brîtarnîyayêyî li Îraqê Stîvên Çarlz qebûl kirîye. Wextê hevdîtinê xeberdan derheqa pêwandîyên Hewlêrê û Bexdayêda çûye.

Bayloz bi rêberîya konsûla Brîtanîyayêye li Hewlêrê Rozî Kêyvê çûbû Hewlêrê.

Hatîye dîyarkirinê, wekî wextê hevdîtinê Mesûd Barzanî usa jî bûyarên sîyasîye li Îraqê û li herêmê raber kirine.

Têma xeberdanêye mayîn derheqa hilbijartinên parlamênta Kurdistanê bûye.Herdu alîya jî dane dîyarkirinê, wekî derbazkirina hilbijartinên 25 ê sibata sala 2024 a girîngin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button