Avtomaşîneke barbir jî gihîştîye wan avtomaşînên barbir ku şandine berbi Qerebaxê: alîkarîya hûmanîtarî ji Fransîyayê hatîye

Eva îdî roja 16 a ye ku ji 20 î zêdetir avtomaşînên barbir li ser beşa sînorê Kornîzorêne. Duh dîsa avtomaşîneke barbir gihîştîye wan. Derheqa wê yekêda miqaledarê li qeza Syûnîkê gotîye.
Hatîye dîyarkirinê wekî avtomaşîne ji cîh neleqîyane.Derheqa wê yekêda wekîlê koma xebatê, yê serkarîkirina krîzeya hûmanîtarîye li Qerebaxê, Vardan Sargsyan gotîye.
“Avtomaşîneke barbir jî gihîşte cêrga avtomaşînên mayîn. Ev jî bi înîsîyatîva cêrge bajarên Fransîyayê hatîye kirinê, ji boy cimeta Qerebaxêye ya ku îdî serê heyşt mehaye ku nava dorgirtinêdane”,- Sargsyan gotîye û serda zêde kirîye wekî ji 20 tonnayî zêdetir alîkarîya hûmanîtarî ji Fransîyayê hatîye, dikevine nava kîjanê xurek û tiştên ji makaron çêkirî.
“Derheqa krîzeya hûmanîtarîye li Qerebaxê înformasîyon diha zêde nava goveka navneteweyîda belav dibin. Ev yek dide kifşê ku pêwîste gavên lez bona vekirina korîdora Laçînê bêne avîtinê”,- Vardan Sargsyan gotîye.
Çawa bersiva wê pirsê ku gelo garantîya hene, ku barê li ser hidûdê Kornîzorê derbazî Qerebaxêbe, yan na, Vardan Sargsyan gotîye: “Em gavên xwe û gotûbêjkirina berdewam dikin bona ku ew bar here bighîje Qerebaxê. Mixabin, ez niha dikarim bêjim, wekî tu behs yan bersivek tune”.







