Civaka navneteweyî nikare berê xwe vegerîne alîkî mayîn, dema ku li Qerebaxê meriv xelayêda dimirin: miqala mafparêz Êvêlîna Oçabê, ya Forbes da derketîye

Mafparêz Êvêlîna Oçab ya ku hîmlî derheqa netewên kêmjimarda dinivîse, Forbes ê da miqalek belav kirîye kîjanêda derheqa dorgirtina korîdora Laçînêda nivîsîye, rûyê çida li Qerebaxê krîzeya hûmanîtarî destpê bûye.
“Armênprêss” ê ragîhandîye, wekî mafparêzê daye dîyarkirinê, wekî rûyê dorgirtina korîdora Laçînêda rîya Qerebaxêye tek-tenê, ya ku Ermenîstanêva dide girêdanê, rûyê çida kêmasîya xurek, eşîyayên doxtirîyê pêşda hatîye.
Oçabê miqala xweda derheqa birîyarên mehkema Avropayêye mafên mêriv û mehkema edaletêda daye dîyarkirinê û gotîye wekî Adirbêcanê birîyarên mehkemên navneteweyî neqedandine, çimkî korîdora Laçînê hê girtîye.
Xudana miqalê usa jî derheqa raporta Lûîs Okamopda nivîsîye, yê ku daye dîyarkirinê, wekî Adirbêcan li Qerebaxê komkujîyê mîyaser dike.







