
Bi serokatîya serokê Tirkîyayê Receb Tayîb Êrdogan civîna şêwira ewlehkarîyê pêk hatîye. Hatîye dîyarkirinê, wekî berî destpêbûna civînê, Êrdogan xelat û pêşkêş teslîmî cêrge leşkera kirine.
Serokê Tirkîyayê usa jî wezîrê Tirkîyayêyî karên der Hakan Fîdan xelat kirîye, yê ku 13 sala çawa serokê qulixdarîya cesûsî û çawa şêwirmend xebitîye.
Nava xebera razalixîyêda, Fîdan careke mayîn daye dîyarkirinê, wekî hêzên Tirkîyayê beşdarî şerê Qerebaxêyî 44 roje bûne.
“Ez vê mêdalê ji navê hevalên xwe distînin, yên ku li Lîbîyayê, li Qerebaxê, li Sûrîyayê û Îraqê şihîd ketine, dema ku me emirkirinên we diqedandin”,-Hakan Fîdan gotîye.







