H’emû nûçeSereke

120 000 meriv  dijî xelayê şerkarîyê dikin û hîvîya vekirina korîdora Laçînêne: Marûkyan

Baylozê Ermenîstanêyî pirsên mexsûs Êdmon Marûkyan Twittere da careke mayîn derheqa wê yekêda nivîsîye, ku çawa Adirbêcan destûrê nade ku alîkarîya hûmanîtarîye ji Ermenîstanê şandî here Qerebaxê.

Ewî nivîsîye: “Ev cêrga avtomaşînên barbir, yên bi alîkarîya humanîtarî barkirî li vire û hîvîya wê yekêne, ku derbazî Qerebaxêbin, bighîjine cimeta Qerebaxê. Feqet korîdora Laçînê ya ku rîya jîyanêye îdî bi meha ser hev ji alîyê Adirbêcanêda hatîye girtinê.

120 000 meriv, ji kîjana 2000 jinên hemlene, 30 000 zarokin, 20 000 kal û pîrin û 9 000 jî merivên seqetin dijî xelayê şerkarîyê dikin û herroj hîvîya vekirina korîdora Laçînêne.

Civaka navneteweyî, bi taybetî endamên şêwira ewlehkarîyê, ya Organîzeya Netewên Yekbûyî dikarin vê yekê bidine hildanê.Adirbêcan vê yekê bona paqijkirinên êtnîkî dide xebatê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button