Bona cimeta me wede gelekî girînge, rûyê derengîêxistinêda meriv dizêrin û jîyana xwe ji dest didin: serokê Qerebaxê

Van rojên dawî guhdarîya navneteweyî ya hindava pirsa Qerebaxê zêde bûye. Derheqa wê yekêda serokê Qerebaxê Arayîk Harûtyûnyan rûpelê xweyî facebook da nivîsîye.
“Tiştê silavkirinêye, wekî bi hesabhildana bangên serokatîya Qerebaxê Komara Ermenîstanê name ser navê serokê Şêwira Ewlehkarîyê, ya Organîzeya Netewên Yekbûyî şandîye û derheqa halê Qerebaxêyî hûmanîtarîda raber kirîye.Tiştekî girînge, wekî namêda usa jî bi fermî derheqa pêşîgirtina komkujîyê hatîye dîyarkirinê”,-serokê Qerebaxê gotîye.
Bi fikira Harûtyûnyan, elametîya komeke pêşezanên organîzeyê tiştê silavkirinêye, bi kîjanê derheqa çareserkirina vekirina korîdora Laçînê hatîye dîyarkirinê.
Bi fikira serokê Qerebaxê tiştê ber çevaye, wekî raporta dozgerê berê, yê mehkema navneteweyî nava çapemenîya navneteweyîda belav bûye.Nava encamên wê yekêda bi deha mecalên çapemenîyê derheqa wî halîda raber kirine.
“Elametîya pêşezana û komkujîzana jî hatîye belavkirinê, bi kîjanê tê gotinê ku gerekê lez komkujîya cimeta Qerebaxê bidine sekinandinê”,- Harûtyûnyan gotîye.
Serokê Qerebaxê ji navê binelîyên Qerbaxê berbirî civaka navneteweyî bûye, ku gava biavêjin û hîvîya tragêdîyayên berfireh nemînin.







