Belavkirina behsên derew şedetîya wê yekê didin, wekî meremê Adirbêcanê heye hal bide sertkirinê: wezîreta Ermenîstanêye karên der
Van rojên dawî Adirbêcanê belavkirina înformasîyayên nerast, yên girêdayî Komara Ermenîstanêra zêde kirîye. Derheqa wê yekêda nava elametîya wezîreta Ermenîstanêye karên derda hatîye gotinê.
“Mînaka here nû ewe, wekî hatibû belavkirinê wekî ji alîyê Ermenîstanêda li ser sînorê Ermenîstanê û Adirbêcanê esker û têknîka leşkerî hatîye berevkirinê. Ew yek ne anegorî rastîyêye.Belavkirina înformasîyayên derew şedetîyê dide, wekî armanca Adirbêcanê heye ku li herêmê hal bide sertkirinê.
Nenihêrî wê yekê wekî ji alîyê Ermenîstanêda tê elamkirinê ku ew înformasîya ne yên rastin, Adirbêcan niha jî belav dike wekî li Qerebaxê eskerê Ermenîstanê heye û ew înformasîya jî ne anegorî rastîyêye”,- ji wezîreta karên der elam kirine.
Wezîreta Ermenîstanêye karên der guhdarîya civaka navneteweyî teglîfî ser wê yekê dike wekî bona zelalkirina wê yekê Ermenîstanê gelek cara pêşnîyar kirîye ku mîsîya navneteweyî bişînine Qerebaxê. Feqet ew yek ji alîyê Adirbêcanêda hatîye înkarkirinê.
“Ew yek jî ber çevaye, wekî armanca belavkirina van înformasîyayên nerast ewe, ku guhdarîya civaka navneteweyî jî halê li Qerebaxê, ji krîzeya hûmanîtarîye li wir bidine dûrxistinê”,-wezîreta karên der elam kirîye.
Krîzeya hûmanîtarîye ku rûyê bi neqanûnî girtina korîdora Laçînêda pêşda hatîye şedetîya wê yekê dide, ku ji alîyê Adirbêcanêda elametîya sêalîye 9 ê mijdara sala 2020 î hatîye teribandinê. Nava salên dawîda Adirbêcanê bawar bikî hemû xalên elametîya sêalî teribandine.
Îdî hatîye dîyarkirinê, wekî Adirbêcanê birîyara mehkema navneteweyî, ya 22 ê sibata sala 2023 a û 6 ê tîrmehê teribandîye.
Li wezîreta Ermenîstanêye karên der dibêjin, wekî Adirbêcan dîsa gelek pevketinên wextê hevraxeberdana diteribîne.
Bekûya fermî usa jî pêşîya wê yekê digre, ku nava çarçoveya mêxanîzma navneteweyîda dîyaloga tevî Stêpanakêrtê pêk neyê.
“Eva îdî serê 8 mehaye ku Adirbêcanê korîdora Laçînê daye girtinê. Serê sê hevtîyaye ku li ber korîdora Laçînê 400 tonna alîkarîya hûmanîtarî sekinîye, lê Adirbêcan nahêle ku ew alîkarî here Qerebaxê.Wezîreta Ermenîstanêye karên der dide dîyarkirinê, wekî xêncî rojeva aşîtîyê, rêyeke başqe tune. Em careke mayîn îzbat dikin wekî nenihêrî hemû dijwarîya, mecala gihîştina aşîtîya qewîn û wededirêj heye.Em bangî Adirbêcanê dikin ku ji wan hemû gava paşda bisekinin, yên ku wê mecalê didine kêmkirinê”,- nava elametîya wezîreta karên derda hatîye gotinê.