H’emû nûçeSereke

Şêwira ewlehkarîyê ya Organîzeya Netewên Yekbûyî gerekê hemû mecalên xwe bide xebatê, ku krîzeya hûmanîtarî ya li Qerebaxê bidine sekinandinê

Şêwira ewlehkarîyê, ya Organîzeya Netewên Yekbûyî gerekê cabdarîya xwe, ya bona xweykirina aşîtîyê û ewlehkarîyê biqedîne û hemû mecalên xwe bide xebatê ku krîzeya hûmanîtarî, ya li Qerebaxê bidine sekinandinê. Derheqa wê yekêda wekîlê Ermenîstanêyî li Organîzeya Netewên Yekbûyî Mihêr Margaryan gotîye BBC ê. Ewî hevpeyvîna xwe Twittere da belav kirîye. Ewî bîr anîye, wekî eva îdî serê du hevtîyaye ku cêrga avtomaşînên barbir li ser sînor hatîye sekinandinê û îzinê nadin ku ew alîkarîya hûmanîtarî bighînine Qerebaxê.

“Ya here baş wê ewbe, ku rêzolyûsîyayê bidine xebatê, bi kîjanê dikarin mîsîyayê bişînine Qerebaxê û alîkarîya hûmanîtarî bighînine binelîyên li wir.Bi wê yekêva tevayî jî dikarin birîyarên mehkema nanveteweyî borcdarkin, ku korîdora Laçînê bidine vekirinê”,- Margaryan wextê hevpeyvînê gotîye.

Mihêr Margaryan daye dîyarkirinê, wekî hal statûsa Qerebaxêva girêdayî nîne. Feqet meriv dizêrin çimkî xurek û derman tunene û bo wê yekê jî beşdarîya civaka navneteweyî gelekî pêwîste.

“Ew yek pêwîste, bona ku barbarîyên bi massayî bêne pêşîgirtinê”,- wekîlê Ermenîstanê gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button