H’emû nûçeSereke

Bangên ku bi çapemenîya navneteweyî yên dora halê li Qerebaxê yên silavkirinêne: Arayîk Harûtyûnyan

Serokê Qerebaxê Arayîk Harûtyûnyan têmayên çapemenîyên navneteweyî, yên derheqa halê li Qerebaxê silav kirîye.

“Çapemenîya navneteweyî nava matêrîyalên xweda halê li Qerebaxê û  qîmetkirinên merivên cuda-cuda, û usa jî derheqa civîna şêwira ewlehkarîyê, ya Organîzeya Netewên Yekbûyî belav dikin û pêra jî fikirên desthilatdarîya Qerebaxê û civaka wê raber dikin.

Rojnama  bi nav û deng “Financial Times” ê derheqa pirsgirêkên Qerebaxa dorgirtîda raber kirîye. Ji gotinên min ewê çend tişt raber kirine dema ku min gotibû, wekî xurek kêm bûye, çimkî 90 selefê xurek ji Ermenîstanê dihat. Kêmasîya pêtrolê heye, îdarên saxlemîxweykirinê û qulixdarîyên pêwîst bi dijwarîya dixebitin. Derman ser hevda hatine, rûyê çida jîyana meriva ketîye bin qezîyayê.

Bi axaftina derheqa elametîyên minda, yên derheqa ji alîyê Ermenîstanêda naskirina Qerebaxê nava Adirbêcanêda banga min hatîye raberkirinê, ku desthilatdarîya Ermenîstanê berbi wê gavê neçe.

Em, hevkar û dostên me cedandina berdewam dikin, ku dereca înformasîyon bona civaka navneteweyî raberkin, bona ku tehsîra li ser Adirbêcanê zêdebe, boy sekinandina komkujîyê”,- serokê Qerebaxê rûpelê xweyî facebook da nivîsîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button