H’emû nûçeSereke

Berî civîna şêwira ewlehkarîyê ya Organîzeya Netewên Yekbûyî Mîrzoyan Lavrovra qise kirîye û pêwîst hesab kirîye ku hemû mêxanîzmên heyî bi kardarî bidine xebatê

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan bi têlefonê tevî wezîrê Rûsîyayêyî karên der Sêrgêy Lavrov qise kirîye.

Ji wezîreta karên der elam kirine wekî Ararat Mîrzoyan derheqa wê yekêda gotîye, wekî eva ji 8 meha zêdetire, ku bi neqanûnî korîdora Laçînê hatîye girtinê û rûyê wê yekêda li Qerebaxê krîzeya hûmanîtarî destpê bûye û qezîya paqijkirinên êtnîkî heye, bo wê yekê jî gerekê ew armanca Adirbêcanê bê pêşîgirtinê.

Hatîye dîyarkirirnê, wekî berî civîna şêwira ewlehkarîyê, ya Organîzeya Netewên Yekbûyî ya ku wê derheqa halê  Qerebaxêdabe, Ararat Mîrzoyan daye dîyarkirinê, wekî hemû mêxanîzmên heyî gerekê bi kardarî bêne xebitandinê.Hatîye gotinê, wekî pêwîste ku xala şeşa, ya elametîya 9 ê mijdara sala 2020 î ya ku ji alîyê serokatîyên Ermenîstanê, Rûsîyayê û Adirbêcanêda hatîye îmzekirinê, usa jî birîyarên mehkema navneteweyî bêne xweykirinê û bo wê yekê gavên pêwîst bêne avîtinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button