Halê li Qerebaxê li gorî konvênsîya komkujîyêye, ya Organîzeya Netewên Yekbûyî: zanista alman

Ermenîzana alman, komkujîzan, xebatkara ûnîvêrsîtêya Bêrlînê Têsa Hofmanê hevpeyvîn daye merkeza lêkolînaye bi navê “Orbêlî”.Têma hevpeyvînê derheqa halê li Qerebaxêda bûye.
Bi gotina Hofmanê girtina rîya tek-tenê ya ku Ermenîstanê Qerebaxêva dide girêdanê, îdî heyşt mehe ku berdewam dibe û ew yek dijî mafê navneteweyîye.
“Berî her tiştî ew yek qayîlnivîsara 9 ê mijdara sala 2020 î diteribîne, çimkî qayîlnivîsarêda hatîye dîyarkirinê, wekî korîdora Laçînê gerekê vekirîbe û bin kontrola aşîtîparêzên rûsdabe.Mehkema navneteweyî 22 ê sibata sala 2023 a birîyar kirîye ku Adirbêcan gerekê dorgirtina korîdora Laçînê bide hildanê.Xêncî wê yekê Adirbêcanê usa jî guh nedaye bangên parlamênta Avropayê û welata. Rêjîma Bekûyêye avtorîtar zane wekî bona girîngîya hevkarîya nava goveka ênêrgêtîkîda ewê neyê cezakirinê”,- Hofmanê gotîye.
Ewê daye dîyarkirinê, wekî Adirbêcan Qerebaxê dixweze, lê Qerebaxa bêyî ermenîya. Bi gotina wê vê armancê ew bi sazkirina xelayê mîyaser dike.







