Sêrj Tankyan bangî koma Imagine Dragons ê kirîye ku konsêrta li Bekûyê têradîtî bidine betalkirinê

Dengêbêjê cîhanêyî bi nav û deng Sêrj Tankyan bangî koma Imagine Dragons ê kirîye konsêrta li Bekûyê têradîtî, ya ku wê 2 ê îlonê li Bekûyê pêk bê, bidine betalkirinê.
“Çend meh pêşda guhdarîya min çû ser wê yekê wekî 2 ê îlonê koma Imagine Dragons ê wê 2 ê îlonê li Bekûyê konsêrtê derbazke. Ez bawarim, wekî kom haj pê tunebû, wekî rêjîma Adirbêcanêye dîktatorî li Qerebaxê 120 000 meriv kirîye nava xelayê û niha jî dozgerê berê, yê mehkema navneteweyî Lûîs Okampo wê yekê çawa komkujî nav dike. Min name wanra şandîye û bangî wan kirîye ku konsêrta xweye 2 ê îlonê bidine betalkirinê bona ku ew yek kirinên rêjîma dîktatorî nede afûkirinê”,-Tankyan Înstagramêda gotîye.
“Bersiv nehatîye dayînê.Krîzeya li Qerebaxê sert dibe û ez mecbûrim derheqa vê namêda bi dengê bilind bêjim û derheqa vê krîzeya hûmanîtarîda bidime dîyarkirinê. Diqewime wana texmîn dikir ku borcdarîya bona konsêrtê heye, lê diqewime ew yek bona wan hewaskar nîne. Ji alîyê Adirbêcanêda dîsa komkujî tê mîyaserkirinê û bi wê yekêva tevayî ew hîvîya konsêrta koma amêrîkîne”,-sazbend nivîsîye.







