H’emû nûçeSereke

Ev dorgirtin komkujîye, meremê kîjanê ewe ku binelîyên Qerebaxêye ermenî bidine tunekirinê, înstîtûta Lêmkîn

Înstîtûta ser navê Lêmkîn, ya îzinnedayîna komkujîya elametî belav kirîye, kîjanêda hatîye dîyarkirinê, wekî înstîtût ji wê behsa derheqa wefatbûna binelîyê Qerebaxêyî 40 salî xemgîne, yê ku 15 ê tebaxa sala 2023 a ji birçîbûnê wefat bûye û ew yek rûyê ji alîyê Adirbêcanêda dorgirtina Qerebaxêdaye, derheqa kîjanêda doxtirê mehkema  Qerebaxê şedetî daye.

“Dorgirtina Qerebaxê, ya ku ji 12 ê kanûna sala 2022 a da berdewam dibe, bûye menîya birçîbûnê û giranbûna halê nexweşa, yên ku bêyî xurek û alîkarîya doxtirîyê mane.Rûyê wê yekêda welatîyên Qerebaxê ji birçîbûnê wefat dibin.

Meremê vê dorgirtinê komkujîye,bi kîjanê ew dixwezin binelîyên Qerebaxêye ermenî yan tune bikin, yan jî ji wandera bidine derxistinê.Serokê Adirbêczanê Îlham Elîyêv derheqa wê yekêda çendik-çend cara elam kirîye.Ewî derheqa wê yekêda usa jî nava elametîya 29 ê gulanêda daye dîyarkirinê.Ewî gotîye, wekî ewê yan bêne cem me yan jî bûyarên başqe wê biqewimin.

Înstîtûta Lêmkîn dixweze bide zelalkirinê, wekî rêberên mînanî serokê Tirkîyayê, serokê Rûsîyayê, seroka komîsîya Avropayê, serokê Şêwira Avropayê, serokê Fransîyayê, kanslêrê Almanîyayê, serokê Ştatên Yekbûyî, sêkrêtêra Ştatên Yekbûyî û rêberên mayîn, yên ku ev cezanekirin saz kirine, bi kîjanê Elîyêv dişuxule, bona wefatbûna wî cabdarîyê dikişînin û usa jî bona wan hemû meriva, yên ku dikarin rûyê vê dorgirtinêda wefatbin.

Pêwîste, ku rêberên navneteweyî dijî Adirbêcanê gavên anegor biavêjin bona ku pêşîya wefatbûna binelîyên Qerebaxêye mayîn bigrin”,- nava elametîyêda hatîye gotinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button