H’emû nûçeSereke
Kemala Kapanê, ya strêtêcî bona Ermenîstanê gelekî girînge: pîrozbahîya karxana sifir û molîbdênêye li Zangêzûrê

Kemala Kapanê, ya strêtêcî bona Ermenîstanê gelekî girînge, lê rola bajêre senayê û êkonomîkî jî girînge.Derheqa wê yekêda roja Kapanêra giredayî, nava pîrozbhaîya kompanîya sifir û molîbdênêda hatîye gotinê.
“Kompanîya me bajarê Kapanê pîroz dike. Kemala Kapanê, ya strêtêcî bona Ermenîstanê gelekî girînge, lê rola bajêre senayê û êkonomîkî jî girînge.Roja îroyîn Kapan bi çanda xweva cudaye, li kîderê binelîyên cîh erf-edetê cîh û zaravê li wir xweyî dike.
Roja îroyîn Kapan ketîye merkeza guhdarîya dinîyayê, lê binelîyên bajêr bi xebathizîya xweva mêriv hijmekar dihêlin.
Cejina te pîrozbe, Kapan. Em bo te û binelîyên te aşîtîyê û gulvedanê dixwezin”,- nava pîrozbahîyêda hatîye gotinê.







