H’emû nûçeSereke

Qerebax pêşnîyarên derheqa hevdîtinada raber dike, lê ew ji alîyê Adirbêcanêda nayêne hesabhildanê: wezîrê Qerebaxêyî karên der

Alîyê Qerebaxê li ser wê tabîyêye ku bi rêya edil, bi rêya hevraxeberdana em bikaribin bighîjine helkirina pirsgirêka azêrîya-qerebaxîya. Derheqa wê yekêda wezîrê Qerebaxêyî karên der Sêrgêy Gazaryan gotîye, dema ku ewî bersiva wê pirsê daye, ku çi cûreyî dikarin hevraxeberdanên di navbera Stêpanakêrtê û Bekûyêda bidine teşkîlkirinê.

“Li vir meriv dikare çend pirsên girîng bide dîyarkirinê.Ya ewlin ewe, wekî hevraxeberdan gerekê nava  çarçoveya formata navneteweyîda pêk bên, bi saya kîjana destûrê hebe ku alî bibînin wekî hevraxeberdan li gorî norm û dewekarîyên mafê navneteweyî pêk tên.

Ya duem ewe, wekî gerekê garantîyayên zelal hebin, ku alî wê borcdarîyên xwe biqedînin, bi hesabhildana wê yekê wekî dokûmênta  9 ê mijdarê heye, li kîderê îmzê serokê Adirbêcanê jî heye, kîjan naşuxule”,- Gazaryan gotîye.

Çi ku derheqa pêşnîyarên  hevdîtina tevî  wekîlên Adirbêcanêdane, Gazaryan gotîye, wekî pêşnîyara derheqa hevdîtina li welatekî sisîya hatîye stendinê û destpêka meha tebaxê hevdîtin têra hatibû dîtinê, lê alîyê azêrîya ew yek betal kir.

Me pêşnîyara derheqa hevdîtina li Yêvlaxê jî stendîye.Feqet ber çevaye, ku welatîyê me Vagîf Xaçatryan wextê cîguhastina  Ermenîstanê, ya bi rîya xaçê Sor, ji alîyê azêrîyada hatîye revandinê. Bo wê yekê jî hevdîtinên bêyî wekîlên navneteweyî, bêyî amadebûna welatê sêem, ya li ser axa Adirbêcanê tiştê bûyînê nîne.

Ez usa jî bêjim, wekî alîyê Qerebaxê bi destî aşîtîparêzên rûs pêşnîyarên derheqa hevdîtinada dighîne alîyê mayîn, yên ku ji alîyê azêrîyada tên belatklirinê.Hevdîtineke wî cûreyî 1 ê adarê pêk hatîye wextê kîjanê pirsên têknîkî û hûmanîtarî hatine gotûbêjkirinê, lê alîyê azêrîya cêribandîye fikira wê hevdîtinê tevlîhev bike, û 5 ê adarê alîyê azêrîya dîvêrsîya mîyaser kirîye, rûyê kîjanêda sê xebatkarên polîsîyayê hatine kuştinê û yek jî birîndar bûye”,- Sêrgêy Gazaryan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button