H’emû nûçeSereke

Ştatên Yekbûyî  hildaye ser xwe ku piştgirîyê bide serbixwetî û ewlehkarîya Ermenîstanê: bayloza ŞAY ya li Ermenîstanê

Bayloza Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî ya li Ermenîstanê Krîstîna Kwînê daye dîyarkirinê, wekî Ştatên Yekbûyî  hildaye ser xwe ku piştgirîyê bide serbixwetî û ewlehkarîya Ermenîtstanê. “Armênprêss” ê ragîhandîye, wekî baylozxana Ştatên Yekbûyî derheqa wê yekêda ragîhandîye û Kwîna bayloz derheqa wê  yekêda wextê seredana xweye li  qeza Vayos Zorê gotîye.

“Kwîna bayloz li Vayos Zorê bû ku rastî nevsên wire fermî bihata û dîna xwe bida halê li ser sînorê ermenîya-azêrîya.Bayloza Ştatên Yekbûyî rastî serokê qezayê, mîsîya Yekîtîya Avropayê û wekîlên leşkerî hatîye.Wextê wan hevdîtina usa jî bayloza Ermenîstanêye li Ştatên Yekbûyî Lîlît Makûns hazir bû. Baylozê daye dîyarkirinê, wekî  Ştatên Yekbûyî  hildaye ser xwe ku piştgirîyê bide serbixwetî û ewlehkarîya Ermenîstanê, usa jî îzbatbûna aşîtîya li Qafqasîya Başûr”,-nava elametîya baylozxanêda hatîye gotinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button