Formata civîna şêwira ewlehkarîyê ya Organîzeya Netewên Yekbûyî têra navîne ku dokûmênt bê qebûlkirinê: wezîreta karên der

Endamên şêwira ewlehkarîyê, ya Organîzeya Netewên Yekbûyî gerekê gavên zelal biavêjin, cedandinên xwe bikine yek ku korîdora Laçînê bê vekirinê û mêxanîzmên kardar bidine xebatê ku pisgirêk bê helkirinê.Derheqa wê yekêda wezîreta karên der elam kirîye.
“16 ê tebaxê civîna şêwira ewlehkarîyê, ya Organîzeya Netewên Yekbûyî girêdayî halê Qerbaxêva pêk hat. Welata tabîyên xwe dane dîyarkirinê, lê ew yek bi tu dokûmêntekêva nehate dîyarkirinê. Bona çi birîyar nehate qebûlkirinê? Gelo Ermenîstanê dokûmênta wî cûreyî raber nekiribû?
Çawa me îdî daye dîyarkirinê, em tabîyên ji alîyê hevkarên me û sîstêmên navneteweyîda raberkirî bilind qîmet dikin, yên ku gorî parastina mafên mêriv û mandata şêwira ewlehkarîyêne.
Formata civîna şêwira ewlehkarîyê wê yekê gotûbêj dike û ew yek qebûlkirina dokûmêntê têra navîne.Xêncî wê yekê 15 endamên şêwira ewlehkarîyê dikarin projeya raberkin û dengdayînê pêk bînin.Ermenîstan endama şêwira ewlehkarîyê nîne û mafê wêyî wî cûreyî tune.
Gelo şuxulkarî bi wê yekêva ser hevda hat?
Na xêr, ev şuxulkarî berdewam dibe.Wezîreta Ermenîstanêye karên der xebatên aktîv li organîzeyê û li sîstêmên mayîn berdewam dike.Roja îroyîn civaka navneteweyî gerekê gavên anegor biavêje, cedandina bikine yek bona ku korîdora Laçînê bê vekirinê û bi xebitandina mêxanîzmên kardar berbi helkirina pirsgirêkê herin”,-nava elametîya wezîretêda hatîye gotinê.







