Serokên cêrge sîstêmên Rûsîyayêye qewatê dicedînin ku serokatîya leşkerî bê derxistinê û li Rûsîyayê halê leşkerî bê karanînê: Bloomberg

Serokên cêrge sîstêmên Rûsîyayêye qewatê dicêribînin ku serokê Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîn wezîrê parastinê Sêrgêy Şoygû û serokê ştaba sereke Valêrî Gêrasîmov ji qulixên wan bide derxistinê, opêrasîyonên li Ûkraînayê bide aktîvkirinê, mobîlîzasîya tomerî elamke û halê leşkerî bike welêt. Derheqa wê yekêda Bloomberg ê nivîsîye.
Cêrge wekîlên Rûsîyayê zendegirtî mane, ku piştî kirinên “Vagnêr” ê Pûtîn bersiveke zeyîf da û serokê wê Yêvgênî Prîgojîn ceza nekir.
Vê yekê nevsên fermî, yên Rûsîyayê xemgîn kirîye. Wezîrê parastinê Sêrgêy Şoygû, serokê ştaba sereke Valêrî Gêrasîmov hê qulixên xwedanin.Derheqa wê yekêda “Yêvropêyskaya pravda” yê nivîsîye.
Hatîye dîyarkirinê, wekî hetanî niha nîşanên wê yekê jî tunene, ku ewê ji qulixên wan bêne dûrxistinê.







