Dawîya salê zêdaya êkonomîka Ermenîstanê dikare ji heft selefî zêdetirbe: klûba Avrasîyayêye pêşezanîyê

Dawîya salê zêdaya êkonomîka Ermenîstanê dikare ji heft selefî zêdetirbe. Derheqa wê yekêda koordînatorê klûba pêşezanîyê, ya Avrasîyayê Aram Safaryanê sîyasîzan gotîye rojnamevana.
Bi gotina wî wede hatîye ku bi bernamên kifş bêxebatbûnê bidine kêmkirinê û halê wan meriva bidine pêşxistinê, yên ku miaşa nimiz distînin.
“Em difikirin ku heger tiştên başqe neqewimin, îsal zêdaya êkonomîkî wê bi cûrê kifş serhevda bê”,- Safaryan gotîye.
Bi gotina wî piştî nexweşîya koronavîrûsê êkonomîka Ermenîstanê pêşda diçe. Ewî daye dîyarkirinê, wekî nava nîveka salêye ewlinda aktîvîya êkonomîkî gihîştîye 11,4 selefî, lê kirîn-frotan bi 23,6 selefîva pêşda çûye. “Li gorî encamên nîveka salêye ewlin, Ermenîstan nava hevkarên Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkîda ji alîyê kirîn-frotana derda cîhê ewlindane. Deranîna ji Ermenîstanê bi 53,6 selefîva berbi Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî diçe.Sûka hîmlî, ya bona eşîyayên ermenî Rûsîyaye”,-pêşezan gotîye.







