H’emû nûçeSereke

Desthiatdarîya Adirbêcanê bajar û gundên Ermenîstanê çawa axa Adirbêcanê raber dike: Tatoyan

Desthilatdarîya Adirbêcanê bin perda hûmanîtarîda navnîşên qelp çê dike û temamîya axa Ermenîstanê çawa Adirbêcan raber dike. Derheqa wê yekêda serokê fonda  “Tatoyan”, parêzerê berê, yê mafên mêriv Arman Tatoyan rûpelê facebook da nivîsîye.

“Desthilatdarîya Adirbêcanê bin perda hûmanîtarîda navnîşên qelp çê dike û temamîya axa Ermenîstanê çawa Adirbêcan raber dike. Ew Ermenîstanê çawa “Adirbêcana Rojavayê” nav dikin û navnîşa bona koordînasîyakirina paşdahatina meriva çê dikin.

Wan navnîşada bajar û gundên Ermenîstanê bi navên azêrî hatine raberkirinê.

Ew yek bernama serokatîya Adirbêcanêye leşkerî-sîyasîye û tê cêribandinê, ku wê yekê çawa gaveke hûmanîtarî hesabkin.Bi wê yekê gav dijî Komara Ermenîstanê tên avîtinê.Gilî ne ku derheqa gundekî yan du gundadane, lê derheqa temamîya axa Ermenîstanêdane.

Tiştekî balkêşe berî şerê sala 2020 î têrmîna “Adirbêcana Rojavayê” tu cara nehatibû xebitandinê. Ev yek  sala 2022 a da tê kirinê”,- Tatoyan nivîsîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button