H’emû nûçeSereke

Heger korîdora Laçînê bê vekirinê, emê razîkirina xwe bidine dasekinandinê û wê hewce nîbe ku Axdamêra bara bistînin: wezîrê Qerebaxêyî karên der

Li Qerebaxê hal nêzîkî qezîyayêye. Derheqa wê yekêda wextê qisa tevî  Politico ê, wezîrê Qerebaxêyî karên der Sêrgêy Gazaryan gotîye.

Ewî  usa jî derheqa rîya Akna-Stêpanakêrtêda xeberdaye û eşaretî daye, wekî pêşnîyara Adirbêcanêye derheqa wê yekêda ku bi rîya Axdamê alîkarîyê bighînine Qerebaxê, Adirbêcan dicêribîne ku ermenîyên Arsaxê ji serbestîya xwe paşda bisekinin  û wê yekê qebûlkin ku ew beşeke Adirbêcanêne. “Heger em vekirina rîya Axdamê û barên Adirbêcanê qebûlkin, wî çaxî em xirabkarîya Adirbêcanê qebûl dikin”,- ewî gotîye.

“Heger korîdora Laçînê bê vekirinê, emê xwerazîkirina xwe bidine dasekinandinê û wê hewce nîbe, ku bi rîya Axdamê bara bistînin”,-Gazaryan gotîye.

 Politico ê miqale belav kirîye, kîjanêda derheqa Qerebaxêda nivîsîye û navda jî fikira Sêrgêy Gazaryan raber kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button