SerekeSîyasî

Tirkîyayê îzbat kirîye, wekî deranîna nefta ji Kurdistana Îraqê careke mayîn hatîye dasekinandinê

Hevraqayîlnebûnên girêdayî deranîna nefta ji Herêma Kurdistanê, ya berbi Tirkîyayê hatine rastkirinê. Derheqa wê yekêda wezîreta Tirkîyayêye ênêrgêtîkayê û rêsûrsên tebyetê elam kirîye.

Wezîreta Îraqêye neftê pêşda elamî Tirkîyayê kiribû, wekî ew amadene careke mayîn deranîna neftêye berbi Tirkîyayê bidine dasekinandinê.

Em bîr bînin, wekî  ji meha adarêda nefta Îraqê neçûye îskela Tirkîyayêye Cêyhanê. Menîya sekinandina deranîna neftê ew bû, wekî Enqerê qayîlnivîsara tevayî teribandîye, îzin daye ku nefta ji Kurdistanê here Tirkîyayê, qayîlîya Îraqê nestendîye.

Piştî serkeftina Bexdayê, ya li mehkema navneteweyî, dawîya adara sala 2023 a alîyê tirka deranîna nefta Îraqê dabû sekinandinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button