H’emû nûçeSereke

Nava pirsa întêgrasîya pêşerojêda tabîyên dewletên endamên Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî hinekî ji hev cuda dibin: serokwezîrê Ermenîstanê

Nenihêrî ku halê navneteweyî gelekî girane, Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî baş pêşda diçe.Derheqa wê yekêda serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan wextê civîna Şêwira Avrasîyayêye Êkonomîkî gotîye.

Serokwezîr daye dîyarkirinê, wekî nava Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkîda zivira eşîya bi têmpên qewîn zêde dibe. Paşînyan vê yekê çawa destanîneke baş hesab dike.

“Êkonomîka bi rastî tiştekî gelekî giîrnge. Me niha guhdarî daye ser mîyaserkirina stratêcîya pêşkeftina salên 2020-2025 a, niha li ser projeyekê dixebitin, ya ku ji alîyê Rûsîyayêda çawa dêklarasîya Sankt Pêtêrbûrgê hatîye pêşnîyarkirinê.Bêguman, ev yek projeyeke hewaskare û gelek xalên wê yên qebûlkirinêne. Feqet hene çend tişt, kîjan gerekê bêne gotûbêjkirinê”,-Paşînyan gotîye.

Bi gotina serokwezîr, tabîyên welatên endamên Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî, yên nava pirsa întêgrasîyayêda hinekî ji hev cuda dibin.

“Hinek pirs hene yên ku girêdayîne sazkirina sûka gazê, ênêrgêtîkayêye tomerîra.Em jî li ser vê pirsê dixebitin. Armanca meye sereke ewe, ku em êkonomîkayên welatên xwe bidine pêşxistinê, dereca halê welatîyên xwe bidine bilindkirinê. Bi fikira min, nava vê govekêda yekîtî gelekî hewaskare”,-Paşînyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button