Bi qewatê tu tişt wê neyê guhartinê: baylozê Îranêyî li Ermenîstanê derheqa bernamên Bekûyêda, yên derheqa guhartina sînorada

Em piştgirîya serbixwetîya Ermenîstanê û yekîtîya axa wê dikin û em dijî guhartina sînorane. Derheqa wê yekêda baylozê Îranêyî li Ermenîstanê Mêhdî Sobhanî wextê hevpeyvîna tevî NEWS.am ê gotîye.
Birêz bayloz, wextê pêşengeha êkonomîkîye li Yêrêvanê, We got, wekî Îran piştgirîya yekîtîya axa Ermenîstanê dike û wê bona wê yekê gava biavêje. Hûn bi gotina “gava” çi dixwezin bêjin?
Em îdî wan gava diavêjin. Em piştgirîyê didine serbixwetîya Ermenîstanê û yekîtîya axa wê û em dijî guhartina sînorane.Em piştgirîyê didine yekîtîya axa Ermenîstanê û pêra jî serbixwetîya hemû welata nas dikin.Em dijî vekirina rîya nînin û me usa jî rê daye Adirbêcanê. Feqet hemû rê gerekê bin kontrola wan welatadabin, yên ku nava têrîtorîyayên wanra derbaz dibin, bi taybetî li Ermenîstanê.
Feqet, heger Adirbêcan bicêribîne bi qewatê wa gotî korîdora Zangêzûrê veke, wî çaxî Îranê piştgirîya çi cûreyî bide Ermenîstanê?
Çawa min got, em piştgirîyê didine vekirina rêyên pevgirêdana, lê ew rê gerekê bin kontrola hukumata Ermenîstanêdabin.Tu tişt wê bi qewatê neyê guhartinê.
Îranê gavên çawa biavêje, heger tiştekî usa biqewime?
Dema ku ez dibêjim, ku Îranê piştgirîyê bide serbixwetîya Ermenîstanê û yekîtîya têrîtorîyayên wê, bi wê yekê hemû tişt zelal dibe.







