H’emû nûçeSereke
Du welatîyên Adirbêcanê û deh welatîyên Tirkîyayê berbirî Ermenîstanê bûne ku ew statûsa penaberîyê bistînin

Îsal nava şeş mehên ewlinda 440 meriv berbirî hukumata Ermenîstanê bûne ku ew statûsa penaberîyê bistînin. Derheqa wê yekêda qulixdarîya Ermenîstanêye mîgrasîyon elam kirîye.
Li gorî wê melûmetîyê, ji 444 erza 156 hatine belatlkirinê, 55 hatine înkarkirinê, lê 179 merivî statûsa penaberîyê stendine.
Nîveka salêye ewlinda ji hemûya zêdetir 131 welatîyên Îraqê statûsa penaberîyê stendine. Cîhê duemda welatîyên Ûkraînayêne 115 meriv, cîhê sêemda welatîyên Îranêne 40 meriv. Ji Tirkîyayê deh meriv erzên xwe dane, ji kîjana du erze hatine betalkirinê, lê yek jî hatîye înkarkirinê. Derheqa erzên mayînda eyan nîne.
Ji Adirbêcanê du erze hatine stendinê, ji kîjana yek hatîye betalkirinê, lê erza mayîn eyan nîne.







