
Roja yekşemê Partîya Dêmokratîk, ya Gela li Enqerê kongira xweye çaremîn pêk anîye. Çawa serokên partîyayêye nû Sultan Ozcan û Kahîd Kirkazak hatine hilbijartinê.
Serokên berê Perwîn Bûldan û Mîthat Sancar elam kirine wekî piştî hilbijartinên parlamêntîyê û serokatîya Trkîyayê ewê îdî kandîdatîya xwe pêşda nekişînin.Hatîye dîyarkirinê, wekî îdêolojîya partîyayê wê mînanî berê bimîne û nikare bi rîya qedexekirina û girtina bê tunekirinê.
Wextê kongirê, partîyayê desthilatdarî teslîmî partîya Keska kir. Ev birîyar ji ber rîskên bi doza girtina partîyayêva girêdayîye.







