SerekeSîyasî

Serokatîya herêmê bangî Bexdayê kirîye konpêsasîyayê bidine malbetên cangorîyên “Enfal” ê

25 ê tebaxê serokatîya herêma Kurdistanê li Bhadînê qedirê bîranîna cangorîyên “Enfal” ê girtine û bang kirine ku li gorî konstîtûsîya Îraqê, xala wêye 132 a bê mîyaserkirinê, bi kîjanê  tê dîyarkirinê, ku gerekê konpêsasîya bi heqî bidine  malbetên cangorîya.

“Duh salvegera “Enfal” ê bû, em qedirê bîranîna cangorîya digrin û em careke mayîn îzbat dikin wekî hukumata Îraqê gerekê kompêsasîyayê bide malbetên cangorîya, dijî kîjana xirabkarî û neheqî hatîye kirinê”,- serokê Partîya Kurdistanêye Dêmokratîk Mesûd Barzanî gotîye.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî nava elametîya xweda daye dîyarkirinê, wekî xirabkarîya “Enfal” ê ji alîyê mehkema Îraqêye bilindda çawa komkujî û xirabkarîya dijî merivatîyê hatîye qebûlkirinê.Bo wê yekê jî em diwekilînin,wekî hukumata Îraqê gerekê konpêsasîyayê bide wan malbetên cangorîya”,- Nêçîrvan Barzanî gotîye.

Girêdayî vê yekêra em careke mayîn dibêjin wekî  mafê cimeta Kurdistanê, bi taybetî malbetên cangorîya heye ku ew konpêsasîyayê bistînin û gerekê bê îzbatkirinê,wekî ewê tu cara rastî komkujîyê neyên”,- serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button