H’emû nûçeSereke
Asta têkilîyên Ermenîstanê û Fransîyayê tê guhartinê: pêşezanê înstîtûta Parîzêye zanistîyê

Asta têkilîyên Ermenîstanê û Fransîyayê tê guhartinê.Derheqa wê yekêda pêşezanê înstîtûta Parîzêye zanistîyê Kays Mînasyan wextê qisa tevî rojnamevanê NEWS.am ê gotîye.
Bi gotina wî, derbazbûna ji asta mirovî û çandî bo asta hevkarîyên leşkerî-sîyasî û aborî tê kirin.
“Ew pir girînge”,-ewî got.
Zanyarê sîyasî dîyar kir ku Fransîya gerekê bibe xwedîyê wan hevkarên navneteweyî yên ku alîkarîya wê bikin ku bandora xwe li herêmên cuda yên cîhanê biparêze, ew bibe Asyaya Navîn, Qafqasîya Başûr yan Avropa.
“Fransîya ji ber têkilîyên xwe yên baş bi Ermenîstanê re, hewl dide çanda xwe li herêmê qewîn bike”,-ewî serda zêde kir.
Mînasyan da kifşê ku di asta serokên dewletan de têkilîyên Ermenîstanê û Fransîyayê başin.







