Ne ku bi xêrxwezîya derew bilîzin, lê vegerandina pêdîvîyên bi rêya korîdora Laçînê qedexe nekin: berdevka serok

Berdevka serokê Qerebaxê Lûsînê Avanêsyan li ser agahîya ku ji çavkanîyên Adirbêcanê hatîye wergirtin, dîyar kir ku di bin banê heyva Sor ji Axdamê re barên hûmanîtarî ji Bakûyê bo Stêpanakertê tên şandin. “Kanîyên Adirbêcanê îro agahî derbarê şandina barên mirovî ji Bakûyê bo Stêpanakêrtê di bin heyva Sor de belav kirin, lê di vê mijarê de tu pêvkeftinek ligel alîyên Qerebaxê çênebûye. Ji ber vê yekê ew gav bi armanca kûrkirina pirsgirêkên heyîye, lê ne çareserkirina wan e.
Pirsgirêka ji nûva destpêkirina korîdora Kaşataxê (Laçîn) di bin desthilata rejîma damezrandî de bûye û dimîne û divê berî her tiştî li ser vê mijarê her dîyalogek bi alîyê Adirbêcanê re bê kirin. Divê korîdor ji bo tevgera du alî ya mirovan û mal û wesayîtan bi serbestî û bênavber bixebite. Heger rayedarên Adirbaycanê bi rastî eleqedar in ku xirabtirîn karesata mirovî ya gelê Qerebaxê ji holê rakin û jênosîdê rawestînin, wê demê divê ew ne bi xêrxwazîya derewîn bilîzin, lê bi tenê vegerandina kelûpelan ji bo Qerebaxê bi rîya korîdora Laçînê qedexe nekin, wek ku sala 2020 î bi daxuyanîya sêalî ya 9 ê mijdarê û biryarên dîwana edaletê ya Navneteweyî hatibû birîyarkirinê”,-ewê li ser pirsa Radar Armenia ê gotîye.







