H’emû nûçeSereke

Sîyaseta vî cûreyî dide kifşê ku serokatîya Adirbêcanê dixweze li Qerebaxê paqijkirinên êtnîkî berdewam bike: wezîreta karên der

Wezîreta Ermenîstanêye karên der derheqa revandina wan merivada, yên ku ji Qerebaxê diçûne Ermenîstanê, belav kirîye.

“28 ê tebaxê li posta ku li korîdora Laçînê bi neqanûnî cîhwarkirîye, ji alîyê organên Adirbêcanêda sê binelîyên Qerebaxê hatine revandinê.Bona cîguhastina wan pêşda qayîlî hatibû destanînê û ew yek bi rêberîya hêzên Rûsîyayêye aşîtîparêz dihate mîyaserkirinê. Ev meriv diçûne Ermenîstanê ku xwendina xwe berdewamkin.

Ev gava Adirbêcanê, berî kîjanê 29 ê tîrmehê Vagîf Xaçatryanê 68 salî hatibû revandinê, yê ku bi meremê alîkarîya doxtirîyê ji alîyê xaçê Sorda dihate cîguhastinê, elametîya 9 ê mijdara sala 2020 î, birîyarên mehkema navneteweyî diteribîne û eşkere bangên navneteweyî hesab hilnade.

Ev bûyarên bi menîyên feş îzinê didin meriv bifikire, wekî Adiribêcan bêyî veşartin têra dibîne temamîya cimeta Qerebaxê bide cezakirinê, ya ku salên 1990 î û 2020 î mecbûr bûye li ber agrêsîyayên Adirbêcanê ber xwe bide û mafê xweyî jîyîna li welatê xwe biparêze.

Bêyî hesabhildana yaşê mêriv, bêyî hesabhildana mêre yan jine û halê saxlemîya wî, bi sazkirina xelayê, tunebûna dû-dermana, bi birîna gazê û ênêrgîya êlêktrîkî, bi hedefkirina nîşangira û revandina meriva, usa jî bi girtina korîdora Laçînê, sîyaseta vî cûreyî armancên serokatîya Adirbêcanê dide kifşê. Ew bi hemû cûreyî ji dîyaloga tevî Qerebaxê xwe dûr digrin û dewsa wê yekê sîyaseta paqijkirinên êtnîkî berdewam dike.Dewsa piştgirîya hindava gavên îzbatkirina aşîtîyê û qewînbûnê, alîyê azêrîya eşkere dicedîne ku wê proseyê bide teribandinê”,- nava elametîyêda hatîye gotinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button