H’emû nûçeSereke

Wezîra Fransîyayêye karên der sîyaseta Adirbêcanêye hindava Qerebaxê çawa ya neqanûnî  qîmet  kirîye

Wezîra Fransîyayêye karên der Katrîn Kolonayê sîyaseta Adirbêcanêye hindava Qerebaxê, ya mecbûrkirina derxistina ermenîyaye ji Qerebaxê, çawa ya neqanûnî  qîmet  kirîye.

Derheqa wê yekêda wezîra Fransîyayêye karên der wextê civîna baylozên welatên dere li Fransîyayê gotîye.

“Stratêgîya fetisandinê, armanca kîjanê ewe ku ermenî ji Qerebaxê derkevin, ya neqanûnîye, çawa ku mehkema navneteweyî derheqa wê yekêda daye dîyarkirinê”,- Kolonayê gotîye.

Ewê gotîye, wekî Fransîya hêzên xwe berev dike bona ku di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda aşîtîya bi heq û qewîn îzbatbe.Wezîrê serda zêde kirîye, wekî ewê îzinê bide ku sînorên herdu welata bêne dîyarkirinê.

Bi fikira wezîra Fransîyayêye karên der, aşîtîya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda wê usa jî mecalê bide ku cimeta Qerebaxê li welatê xwe bijî û mafên wê, çand û dîroka wê bêne qedirgirtinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button