H’emû nûçeSereke

Gaza Adirbêcanê ji Rûsîyayê tê Yekîtîya Avropayê: sênatorê Fransîyayê komîsîya Avropayê rexne kirîye

Wê diha başbûya, heger seroka komîsîya Avropayê Ûrsûla Fon Dêr Layên  tevî Adiribêcanê qayîlnivîsara derheqa gazêda îmze neke. Derheqa wê yekêda, wextê prêss-konfêransa li Ermenîstanê, sêntorê Fransîyayê Brûno Rêtayo gotîye.

Bi gotina wî beşeke wê gazê ji Rûsîyayê tê.

“Ev yek bona Elîyêv piştgirîye û ew jî hukumî ser ermenîyên Qerebaxê dike”,- sênator gotîye.

Em bîr bînin, wekî dokûmênta tîrmeha sala 2022 a îmzekirî derheqa dubarekirina gaza Başûrdane.Hêvîdarin, wekî hetanî sala 2027 a çûyîna gaza ji Adirbêcanê berbi Yekîtîya Avropayê gerekê salê zêdebe û bighîje 20 mîlyard çarparsû mêtrî.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button