H’emû nûçeSereke

Gerekê fikra şandina mîsyoneke navneteweyî ya rastîyan ji Qerebaxa Çîya ra pêş bixin: serokwezîr

Serokwezîr Nîkol Paşînyan hewce dibîne ku xebatên ji bo balkişandina bala navneteweyî li ser qeyrana mirovî ya li Qerebaxa bidomînin. Li gorî nûçeya “Armênprêss”ê, li civîna  hukumetê de Nîkol Paşînyan ragîhand.

Li gor wî  biryarên dadgeha navneteweyî yên 22 ê sibatê û 6 ê  tîrmeha îsalin di balêdabe.

 “Bi wan biryaran, dadgehê Adirbêcan mecbûr kir ku tedbîrên li ber destê xwe bigire ji bo garantîkirina tevgera bênavber ya hemwelatî, wesayît û bar li her du alîyan di rêya korîdora Laçîn de. Dadgehê tekez kir ku biryara wê ji bo Adirbêcanê hêzeke qanûnî ya girêdaye diafirîne. Bi eşkereyî guhnedana vê biryarê ji alîyê Adirbêcanê ve, nîşana eşkere ya sîyaseta derbiderkirina wî welatî ye, ji ber ku taybetmendîya pratîka wan sîyasetên bi vî rengî, guhnedana biryarên qanûnî ye.

Paşînyan destnîşan kir ku divê em bêwestan fikra şandina şandeyeke navneteweyî ya rastîyan ji bo korîdora Laçînê û Qerebaxê bi pêş bixin, ji ber ku ev yek pêwîstîyeke teqez e bi taybetî niha”,-Paşînyan da kifşê.

Di heman demê de, Paşînyan gihandina kelûpelên mirovî bo Qerebaxa Çîya wek karekî pêşîn û mîsogerkirina hatina wan bo Qerebaxa Çîya dibîne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button