H’emû nûçeSereke

Raberkirina li ber civaka navneteweyî înformasîyayên derheqa Qerebaxêda gerekê qezîya hûmanîtar bide sekinandinê

Gavên meye bona alîkarîya hûmanîtarîye bona Qerebaxê wê berdewambin.Derheqa wê yekêda wekîlê koma xebatê, ya bona rastkirina krîzeya Qerebaxê Vardan Sargsyan gotîye rojnamevana.

Bi gotina wî, ew çi ku tê kirinê bona wê yekêye ku wededa alîkarîyê bighînine cimeta Qerebaxê.

“Li vir sehet bi sehet hal xirab dibe. Armanca me ewe ku em bi cûrekî krîzeyê bidine milahîmkirinê, ya  ku bere-bere werguhêzî qezîyayê dibe”,- Sargsyan gotîye.

Ewî bi hêvîdarî gotîye, wekî raberkirina înformasîyayê derheqa krîzeya li Qerebaxê wê piştgirîyê bide pêvajoyê.Bi gotina Sargsyan hema înîsîyatîva alîyê Fransîyayêda jî bi aktîvî alî wê yekê dike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button