H’emû nûçeSereke

Stêpanakêrt pêşnîyarên derheqa hevdîtinada raber dike, lê Bekû bersivê nade: wezîrê Qerebaxêyî karên der

Stêpanakêrt her dem bona pêşnyarên nêzîkî aqila vekirîye, lê vekirina rîya Aknayê tiştê qebûlkirinê nîne. Derheqa wê yekêda, wextê qisa tevî rojnamevana, wezîrê Qerebaxêyî karên der Sêrgêy Gazaryan gotîye.

“Ew çi ku Adirbêcan bi cûrê xebera dawî raber dike, welatîyên me tabîya xwe, ya hindava wê yekêda elam kirine.Feqet nava vî cûreyîda, çi ku Adirbêcan dicêribîne bide borcdarkirinê, tiştê qebûlkirinê nîne û  em dibînin, ku  welatîyên me bersiva çi cûreyî dane vê pêşnîyarê”,-Sêrgêy Gazaryan gotîye.

Bi xeberdana derheqa wê yekêda, ku tê bêjî desthilatdarîya Qerebaxê dijî pêşnîyara Adirbêcanê nîne, wezîr gotîye wekî borcdarîya desthilatdarîyêye ku hemû pêşnîyara gotûbêj bike, yên ku him ji alîyê navçîgara û him ji alîyê azêrîyada tên: “Lê ev pêşnîyar gerekê nêzîkî aqilabin”,-Gazaryan gotîye.

Bi xeberdana derheqa elametîya alîkarê serokê Adirbêcanê, ku piştî vekirina rîya ji alîyê Aknayêda nava 24 sehetada korîdora Laçînê jî wê bê vekirinê Gazaryan gotîye:

“Mixabin, alîyê azêrîya hetanî dokûmênta 9 ê mijdarê jî, bin kîjanêda îmzê serokê Adirbêcanê heye, borcdarîyên xwe diteribîne.Gavên usa şedetîyê nadin, wekî alîyê azêrîya wê borcdarîyên xwe biqedîne”.

Çawa bersiva pirsa derheqa wê yekêda, ku diqewime pêşerojêda hevdîtina Stêpanakêrtê û Bekûyê hebe, Sêrgêy Gazaryan gotîye: “Alîyê Qerebaxê hewaskare ku bi rîya hevraxeberdana, bi rîya edil, bicêribîne pirsên here giran helkin, lê alîyê azêrîya ji wê yekê xwe dûr digre. Bi destî aşîtîparêzên rûs em bona hevdîtina pêşnîyara raber dikin, lê alîyê Adirbêcanê bersiva wan pêşnîyara nade”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button