
Êrdoxan careke mayîn xwe mikur hatîye wekî Tirkîya beşdarî agrêsîya dijî ermenîyên Qerebaxê bûye.
Ewî ew yek çawa “şerkarîya bona azakirina axa Adirbêcanêye okûpasîyakirî” nav kirîye.
Êrdoxan gotîye, wekî Tirkîya bêyî sekinandin xwe Adirbêcanêra gîhandîye.
Ewî şirove kirîye wekî Tirkîya bi hemû mecalên xweva beşdarî agrêsîya dijî Qerbaxê bûye.







