H’emû nûçeSereke

Li komîtêya mafên mirovan ya Kongrê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî li ser pirsa Qerebaxa Çîya guhdarîkirin wê bên kirin

6 ê îlonê komîsyona Tom Lantos ya mafên Mirovan ya Kongira  Ştatên Amêrîkayê Yekbûyî rewşa Qerebaxê ya ji ber astengkirina korîdora Laçînê binirxîne. Derheqa wê yekêda “Armênprêss” ê elam  kirîye.

Dozgerê berê yê dadgeha cezayê Navneteweyî Lûîs Morêno Okampo wê nêrîna xwe  ya ku  7 ê tebaxê raporek raber  kir û destnîşan kir ku “hinceyên maqûl hene ku em bawer bikin ku di sala 2023 de  dijî ermenîyên  ku li Qerebaxê dijîn, qirkirin tê kirin” raberke.

Rêvebirê bernameya aşitî û mafên mirovan ya înstîtûta lêkolîna mafên mirovan li zanîngeha Kolûmbîyayê Dêyvîd Fîlîps, li ser rastîyên girêdayî nîyeta hukumeta Adirbêcanê şahidîyê bike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button