H’emû nûçeSereke

Serokê mîsîya dîtindarîyê, ya Yekîtîya Avropayêye li Ermenîstanê derheqa armanca Bryûsêlêda elam kirîye ku li Bekûyê ofîsa xwe vekin

Serokê mîsîya dîtindarîyê, ya Yekîtîya Avropayêye li Ermenîstanê Markûs Rîtêr wextê hevpeyvîna tevî qulixdarîya radîyostansîya “Aza” yê, ya li Adirbêcanê xeberdaye û daye dîyarkirinê, wekî li ser sînorê ermenîya-azêrîya ji alîyê Bekûyêda berbi dîtindara agir kirine û ew kirine hedef.

Bi dayîna bersiva wê pirsê ku gelo tevî Adirbêcanê derheqa şandina mîsîyayêye li Ermenîstanê gotûbêjkirin hebûne, yan na, Rîtêr gotîye, wekî ew birîyar li Bryûsêlê hatîye qebûlkirinê û înstîtûtên avropî tevî Ermenîstanê û Adirbêcanê nava pêwandîyên sixdanin. Ewî gotîye wekî hevkarî usa jî bona Bekûyê hatîye pêşnîyarkirinê.

“Belê, me  êtapa ewlinda pêşnîyarî Adirbêcanê kirîye. Em dicêribînin pêwandîyên raste-rast tevî nevsên azêrîyaye fermî îzbatkin. Meremekî mîsîyayê jî ewe ku  tevî Adirbêcanê pêwandîya îzbatkin û li Bekûyê ofîsa pêwandîya vekin”,- Rîtêr gotîye.

“Ne ku ez  bi xwe, lê sîstêmên avropî ew yek kirine. Meyê bixwesta rastî nevsekî Adirbêcanêyî fermî bihatana, xebata xwe şirove bikira û derheqa bernamên pêşerojêda bigota. Me tevî wekîlê mexsûs gotûbêj kirîye ku min dewatkin û em gotûbêjkirina pêk bînin, lê hetanî niha me dewatkirin nestendîye”,-ewî gotîye.

Serokê mîsîya dîtindarîyê gotîye, wekî mandata wan ewe ku halê sert bidine milahîmkirinê, bi xwe nêytral bimînin û hejmara bûyara bidine kêmkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button