Terka dogirtina korîdora Laçînê bidin: rêberên cêrge olên mesîhîye li ŞAY name Baydênra şandine

29 ê tebaxê rêberên cêrge olên mesîhî, yên li Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî Co Baydênra name şandine û xemgînîya xwe girêdayî dorgirtina Qerebaxêra elam kirine.
Xudanên namê bangî serokê Ştatên Yekbûyî dikin ku ew temamîya tehsîra xwe bide xebatê û korîdora Laçînê bidine vekirinê, ya ku ji alîyê Adirbêcanêda hatîye dorpêçkirinê.
Namêda hatîye dîyarkirinê, wekî serokê Ştatên Yekbûyî gavên lez biavêje bo ku dorgirtina Qerebaxê bê hildanê, alîkarîya hûmanîtarî bighîje Qerebaxê bona ku zêrandinên cimeta Qerebaxê û komkujîya ku nêzîk dibe, bê pêşîgirtinê.
Namêda usa jî derheqa raporta dozgerê berê, yê mehkema navneteweyî Lûîs Okampoda hatîye dîyarkirinê, kîjanêda hatîye raberkirinê, wekî halê ku li Qerebaxê rûyê kirinên desthilatdarîya Adirbêcanêda pêşda hatîye, berbi komkujîyê pêşda dibe.







