SerekeSîyasî

Koalîsîya: zordarîya li Dêyr Zorê gerekê bisekine

Girêdayî wan pevçûyînara, yên di navbera Hêzên Sûrîya Dêmokratîk û çekdarên eşîretara, koalîsîya navneteweyî, ya şerkarîya dijî DAÎŞ ê bi banga xwe pêşda hatîye û daye dîyarkirinê ku pevçûyînên li bakûr-rojhilatê Sûrîyayê  gerekê bêne sekinandinê.

Ev elametî roja pêncşemê hatibû belavkirinê, dema ku  wextê pevçûyîna 40 meriv hatine kuştinê.

Nava elametîyêda hatîye dîyarkirinê, wekî koalîsîya navneteweyî xemgîne û guhdarîya wan ser wê yekêye ku DAÎŞ bi temamî bê tunekirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button