H’emû nûçeSereke

Adirbêcanê hetanî niha derheqa peymana aşîtîyêda bersiva pêşnyarên Ermenîstanêye nû nedaye: cîgirê serokwezîr

Alîyê Adirbêcanê hetanî niha bersiva wan pêşnyara nedaye, yên ku Ermenîstanê bona peymana aşîtîyê di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda raber kirine. Derheqa wê yekêda cîgirê serokwezîrê Ermenîstanê Mihêr Grîgoryan wextê qisa tevî rojnamevana gotîye.  “Li gorî înformasîyonên  cem min derheqa pêşnyarên dawîda tu bersiv tune”,- Grîgoryan gotîye.

Wextê civîna hukumatê, ya 25 ê tebaxê Nîkol Paşînyanê serokwezîr gotibû, wekî alîyê ermenî pêşnyarên nû raberî alîyê Adirbêcanê kirine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button