
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî elam kirîye wekî cimeta Kurdistanê wê ji mafên xweye konstîtûsîyon paşda nesekine.
“Cimeta Kurdistanê wê tu cara ji mafên xweye konstîtûsîyon paşda nesekine û wê nekeve bin hukumê partîya û gefxwerina, kîjan dixwezin Îraqê paşda bînine zemanê dîktatûrayê, dema ku zordarî, agrêsîya û nuxsankirin hindava cimeta Kurdistanê dihate mîyaserkirinê”,- Mesrûr Barzanî wextê hevdîtina tevî dêlêgasîya parlamênta Kanadayê li Hewlêrê gotîye.
Serokwezîr daye dîyarkirinê, wekî Herêma Kurdistanê hemû borcdarîryên xweye konstîtûsîyon û usa jî borcdarîyên li ber Bexdayê qedandine, lê mafê konstîtûsîyon, yên cimeta Kurdistanê her dem tên teribandinê.







